|
Bajar
Te got ez dê herim welatekî din zeryayeke din Helbet ji vîya çêtir wê bê dîtin bajarekî din Qey qeder e wî... Dest diavêjim çi bi pêsîra min ve dizeliqe Û tê bêjî qey meyîtekî veşarte ye dilê min
Li ev bajarê beyar, wê hê pir bimîne hişê min Ruyê xwe çawa diguhêrim li kuderê dinihêrim Derdikevin pêşberî min xopanên reş Yên jîyana min Salên xwe malmîrat kirin Min belasebeb kambax kir
Tu ê welaten din nebînî, wekî din zeryayan Tu ê nebînî Û dev ji te bernade ev bajar, li eynî kuçeyan Tu ê bigerî. li eynî taxan tu ê pîr bibî Li eynî malan tu ê por sipî bikî Cihê tu ê herî û lê vegerî ev bajar e Yekî din hêvî neke Tu keştî, tu rê nînin ji te re Li van quncikên biçûk Li van deran tu xwe malxerab bikî Li hemû deverên cîhanê tu ê malxerab bimînî
|