|
Hey Dîlberê
Li baxê min bû zivistan Hey dîlberê dêm gulîstan Çilmisî gul bax û bistan Wêran ezim malêm xirab
Hey dîlberê qey menale Feqiyê tayran êdî kale Nexwe?eki pir bê hale
Tu him gulî him rihanî Tu him derdî him dermanî Him hekîmî him loqmanî Wêran ezim malêm xirab
Sîpan ji navê tere tenê Xaliq ji xala gerdanê Te dîn kirim berdam dinê Wêran ezim malêm xirab
Hey dilberê da tu zanî Kulîlik vebûn çiya u banî Bilbil pirs kir feqî kanî Wêran ez malêm xirab
|